El-Hecar: 2400 girtiyên Sûrî li Libnanê hene
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Navxwe yê Libnanê ragihand ku hemahengî di navbera wan û Sûriyê de heye û tu gef li ser Libnanê ji laiyê Sûriyê ve nîn in.
Ehmed El-Hecar îro ev yek ragihand û diyar kir ku şandeke Sûrî ya pilebilind serdana Libnanê dikie ji bo gengeşekirina doseyên hevbeş.
El-Hecar got ku li Libnanê 2400 girtiyên Sûrî hene wate 30% ji hejmara giştî ya girtiyan.
Wezîrê Navxwe yê Libnanê da zanîn jî ku wan gelek kargehên kaptagonê ji nav birin û hemahengiyeke ewlehî ji bo rûbirûbûna madeyên hişbir heye.