Barrack: Pêwîstiya Sûriyake bihêz bi nûnertiya hemûyan heye

Barrack: Pêwîstiya Sûriyake bihêz bi nûnertiya hemûyan heye

Welat TV - Hewlêr

Şandiyê Emerîka bo Sûriyê tom Barrack da zanîn ku pêwîstiya Sûriyake bihêz bi nûnertiya hemûyan heye.

Tom Barrack li ser tora ”X” got ku pêwîstiya Sûriyake yekgirtî, aram û pêşketî bi nûnertiya hemûyan û ji bo hemûyan heye.

Şandiyê Emerîka bo Sûriyê diyar kir ku nakokî tenê bi diyalogê tên çareserkirin ne bi tundûtûjiyê.

 

 

Daxuyaniya Barrac tê piştî civîna wî, Endama Encûmena Pîran Jeanne Shaheen û Endamê Encûmena Nûneran Joe Wilson li gel serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz li Şamê.

Li gorî Ajansa Sana di civîna ku duh hatî lidarxistin de, dawîn pêşhateyên deverê û hevkariya ji bo bicîkiriana aramiyê hatin gotûbêjkirin.