Salvegera koçbarkirina dengbêj Rif’et Darî.. Jiyan û berhemên wî

Salvegera koçbarkirina dengbêj Rif’et Darî.. Jiyan û berhemên wî
Salvegera 35an a koçbarkirina dengbêj Rif’et Darî.. Jiyan û berhemên wî

Welat TV - Hewlêr

35 sal di ser koçbarkirina dengbêjê gelêrî Rif’et Darî re derbas dibin.

Darî yek ji dengbêjên Kurd ên navdar e ku ta niha hezkiriyên dengê wî, wî bi bîr tînin û li lawikên wî guhdar dikin.

*Jiyan û Berhem

Rife’t Darî di sala 1934an de li gundê Darê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bû.

Di 13 saliya xwe de bi malbata xwe re hate Rojavayê Kurdistanê û li gundê Xerabê Kurma bi cî bûn û piştre çû gundê Hasdê û piştre Qamişlo.

Dengbêj Rife’t Darî bi stranên dastan, çandî, evînî û û çîrokên şer navdar bû , Ji wan stranan: "Fatima Salih Axa - Besna Xelîl - Hemdîn û Şemdîn - Sînema Amûdê û Siwaro".

Zêdetirî 35 stranên Rif’et Darî yên taybet hene, tevî bi dehan stranên folklorî yên ku bi şêweya xwe ya cuda gotine.

*Koçbarkirin

Dengbêjê Kurd Rife’t Darî 27ê Tebaxa 1990î di temenê 56 saliyê de li Qamişlo koça dawî kir û li goristana taxa Hilêliyê bi xakê hate spartin.