Israîl: Danûstandinê me bi Sûriyê re tenê li ser asta ewlehî ne
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Berevaniyê ya Israîlê dibêje ku danûstandinên wan bi Sûriyê tenê li ser asta ewlehî ne.
Jêderekê ji Berevaniya Israîlê ev yek kenala Erebiyê re ragihand û diyar kir ku destwerdanên Turkiyê li Sûriyê cihê dilgiraniya wan in.
Kenalê li ser zarê wê jêderê got jî ku, avakirina karîdoreke mirovî bo Siwêdayê astem e
Desteya Weşanê ya Israîlê jî da zanîn ku Israîlê radestkirina baxçeyên Şeb´a û çiyayê Ros yê navbera Libnan û Sûriyê li hember Colanê, li gel Sûriyê gengeşe kir.
*Her weha bixwîne: Hêzên Israîlê gerên leşkerî li Quneyterayê encam dan