Siyasetmedarekî Sûrî: Ez bi nenavendiya siyasî re me
Welat TV – Hewlêr
Siyasetmedar û nivîskarê Sûrî Muwefeq Nêrebiyê da zanîn ku ew bi nenavendiya siyasî re ye, û armancên şoreşa Sûriyê pêk nehatine, her weha divê hikûmet li xwe vegere, pirsgirêk û aloziyan nehêle û mafên Kurd û Durzî û hemû aliyên din parastî bike.
Siyasetmedar û nivîskarê Sûrî Muwefeq Nêrebiyê diyar kir, pêwîstiya Sûriyan li lihevkirinê di rêya diyalogê heye, û mafên hemûyan di welatekî demokrat, piralî, û medenî de parastî bin.
Welat TV îro 28ê Tebaxa 2025an hevpeyvîneke taybet li gel siyasetmedar û nivîskarê Sûrî Muwefeq Nêrebiyê kir, tê de nirxandike giştî ji rewş Sûriyê, piştî ketina Esed, kir, her weha nerîn, têbînî û pêşniyarên xwe ji bo pêşeroja Sûriyê diyar kirin.
►Naveroka hevdîtinê li gorî pirsên Welat TV û bersivên Nêrebiyê weha ye:
*Biryar e serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri´ meha bê serdana Emerîka bike û gotarekê li baregeha Netewên Yekgirtî pêşkêş bike, ev tê wê wateyê ku hikûmeta Sûriyê danpêdan û rewatî ji Emerîka wergirtine?
**Ez bawer im, hevdîtina serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri´ û serokê Emerîka Donald Trump li Siûdiyê, cihê şokbûnê bû û ji nişkê ve hat û ne pêşbînîkirî bû. Serdana serokê Sûriyê bo Emerîka mijareke girîng e, tişta ku niha çêbûye, ji danpêdaneke Emerîkî bi vê hikûmetê zêdetir e, dîsa em nizanin ka pêşeroja peywendiyan dê çi bin, ji ber ku siyaseta rêveberiya Emerîka ne zelal e, lê li gorî bûyer û pêşhateyan nîşanan êrînî hene. Niha peywendî di lûtkeyê de ne, dîsa her nerînên cuda jî hene, lê bi giştî dibe ku peywendî baştir bibin. Her weha nermbûnek di helwesta Tom Barrack de çêbûye.
*Ev serdan bi tu rêkeftineke Sûrî – Israîlî ve heye?
**Ez tu girêdanê nabînin, weke min gotiye li Riyadê, û gerên niha Barack û berpirsên din encam didin, wateyên mezin jê hene, dibe ku hin sînaroya hebin, gotegot hene, lê ew gotegot ne bê bingeh in, bê guman, guhertinên nû hene, lê nezaliyek jî heye, berê her tiştek bi nihênî bû, lê niha her tiştek bi eşkere ye, behsa rêkeftineke ewlehî tê kirin, ne dûr e li Emerîka ew rêkeftin were îmzekirin.
*Wate eger heye Ehmed El-Şeri´ û Netanyahu li hev bicivin?
**Belê, ez bawer im, eger heye hevdîtin hebe, ji ber ku hikûmeta niha gelekî biragmatî ye, siyaseta berê ya rêjîmê berê, her tiştek veşartî bû, lê siyaseta niha bi zelalî ye, weke min gotiye dibe ku rêkeftina ewlehî were îmzekirin.
*Em dikarin bibêjin ku em derbasî qonaxa asayîkirina peywendiyan di navbera Sûriyê û Israîlê de bûn?
**Qonaxa asayîkirina peywendiyan di navbera Sûriyê û Israîlê de dibe ku di demê bê de be, niha divê peywendî baş bibin, niha şerûpevçûn û êrîş hene, divê niha dema rêxweşkirin û plandananê ye, lê dibe ku vekirina balyozxaneyan, û peywendiyan abûrî di pêşerojê de hebin.
*Wate Israîl ji deverên ku piştî ketina Esed kontrol kirine dê vekişe?
**Li gorî şopandina min ji siyaseta Israîlê re, ez bawer im ku ew ê ji Çiyayê Şêx venekişe, her weha Israîl devereke bêçek ji sînorê xwe heta Şamê dixwaze, razîbûna hikûmetê û redkirina wê li ser danûstandinan dimîne.
*Tu weke siyasetmedarekî Sûrî tu dibînî çareseriya Sûriyê di nenavendî, ferdralî yan di otonomiyekê de ye?
Ez ê bi zelalî bibêjin, ez bi nenavendiyê re me, ne nenavendiya ku rêjîma Esed di destûra xwe de behs kiriye (Madeya 107), lê belê nenavendiyeke rasteqîne, her deverek bigihe mafên xwe.
*Wate nenavendiya siyasî?
**Belê belê, nenavendiya siyasî, tê deher deverek xwedî hikûmet û perlemanekê be, û mafên hemûyan parastî bin. Pêwîstiya me bi nenavebdiyê heye, û em li hev rûnin, û li hev bikin, ez bawer im, em ê bigihin nenavendiyekê nêzîkî fedraliyê, da ku Sûriya yekgirtî bimîne û neyê perçekirin.
*Turkiyê li aliyekî, Israîl li aliyekî din û Emerîka li aliyekî ye, hûn pêşeroja Sûriyê çawa dibînin?
**Xaleke girîng e bi rastî, diyar e lihevtêgihiştineke Turkî, Israîlî û Emerîkî heye, û tişta ku di 8 Berçileyê de rû daye, bi hev re hat çêkirin, lê metirsiya min ji Turkiyê heye, ji ber ku lîreya xwe, ala xwe û zimanê xwe li Sûriyê disepîne û diçespîne, her kesek ji perçekirina Başûrê Sûriyê ditirse, divê ji perçekirina Bakurê Sûriyê jî ji aliyê Turkiyê ve bitirse.
*Derbarê rewşa hundirîn, rewş berev aloziyên zêdetir ve diçe yan nerîna te cuda ye?
**Hin fakterên geşbîniyê, û hin fakterên reşbîniyê hene, guhdana aliyên navdewletî bi Sûriyê yekem car e weha bi şêweyekî berçav heye, û piştevaniya hikûmetê dikin, lihevkirineke navdewletî li ser piştevaniya vê hikûmetê heye, ev tişt erênî ne, lê tişta nerînî, kiriyarên vê hikûmetê ne, gelê Sûriyê welatekî medenî, şaristanî û demokratîk dixwaze.
*Çi ji hikûmetê tê xwestin?
Divê hikûmetê serederiyeke baş li gel pêkhateyan bike, ji ber ku mijara pêkhateyan mijareke pir girîng û hestiyar e û divê pirsa Kurd û Durziyan werin çareserkirin, her weha divê azadiya nerîn û derbirînê hebe, hêzên siyasî û partî karê xwe bi azadane bikin her weha mafên mirovan parastî bin, hikûmet li xwe vegere û şaştiyên xwe rast bike. Diyaloga niştîmanî, ragihandina destûrî û hilbijartinên encûmena gel, hemû cihê nerazîbûn û reşbîniyê ne.
*Tu dibêjî armancên şoreşa Sûriyê bi cî nebûne?
**Na, tu carî bi cî nebûne, rast e rêjîma Esed ket lê sîstema demokratî, piralî û medenî bi cî nebûye.
*Gotina te ya dawiyê
**Em hêvî ji hemûyan dikin di serî de, ev hikûmet ku bi hişmendî kar û serederiyê bikin û em bi hev re li ser maseya diyalogê li hev bicivin û tevgera siyasî vegere jiyanê, ji ber ku ew biryar û guhertinê çêdikin.