Li Qamişlo daxwaza eşkerekirina çarenvîsa girtî û wendabûyan hate kirin

Welat TV - Hewlêr

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKS, panêlek li ser wendabûna neçarî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li dar xist.

Panêl îro 30 Tebaxa 2025an, ji aliyê Desteya Yasayî ya ENKS ve bi rê ve çû.

Di panêlê de serokatiya ENKS, malbatên qurbaniyan, kesayetiyên siyasî û medyayî beşdar bûn. Tê de daxwaza eşkerekirina çarenvîsa girtî û wendabûyan hate kirin.

*Wendabûna Neçarî

Îro 30 Tebaxê Roja Cîhanî ya Qurbaniyên Wendabûna Neçarî ye, rêxistina Lêbûrîna Navdewletî raportek bi navê ”Rastî hîn veşartî ye” belav kir.

Li gorî amarên Rêxistina Lêbûrîna Navdewletî, bêtirî 100 hezar kesî di navbera salên 2011 û 2024 de li Sûriyê wenda bûnê, piraniya wan li ser destê Rêjîma Esed in.

Di vê rojê bang têne bilindkirin ji bo diyarkirina çarenivîsa hemû girtiyan.