Dezgeha Serbixwe ya Wendabûyan: Em kar li ser doseya wendabûyan li Sûriyê dikin
Welat TV - Hewlêr
Dezgeha Serbixwe ya Wendabûyan li Sûriyê ragihand ku ew kar li doseya wendabûyan dikin û amade ne ji bo alîkariyê bi hemû aliyan re.
Rêvebera dezgehê Karla Quintana da zanîn ku ew li gel Neteweyên Yekgirtî kar li ser doseya wendabûyan li Sûriyê dikin.
Quintana got ku ew piştevaniya malbatên wendabûyan dikin û bi gelek alî re civiyane û hevdîtin bi malbatên wendabûyan re encam dane.
Karla Quintana diyar kir ku dezgeheke navdewletî ne giringiyê didin her kesî û amade ne ji bo alîkariyê bi hemû aliyan re.
Di vê derbarê de, çalekvanê siyasî yê Kurd û girtiyê berê Şepal Ibrahîm ku yek ji endamên Rêxistina Lêbûrîna Navdewletî ye di çarçoveya beşdariyê di bernameya Rojeva Welat de got ku di serdema Rêjîma Esed de girtî zêdetirî du salan berev Îranê dihatin veguhestin û endamên laşên wan dihatin firotin.