Zarokeke Qamişlo di lîstgehekê de bi celteya dil jiyana xwe ji dest da

Welat TV - Hewlêr

Zarokek li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, di lîstgehekê de rastî krîzeke dil hat û jiyana xwe ji dest da.

Jêderên xwecihî da zanîn, duh 31ê Tebaxa 2025an, Sara Ferîd Meskenî dema li lîstgeheke Qamişlo dilîst rastî krîzeke dil hat û jiyana xwe ji dest da.

Hûrgiliyên bûyerê 

Jêderan got, weke bêhnvedanekê berê xwe dabû şarê lîstikan û li lîstika bi navê Sefîne siwar bûbû, di destpêkê de rastî gêjbûnê hat, pişt re bo nexweşxaneyê hat veguhestin, diyar bû ku dil sekiniye û bi celteya dil jiyana xwe ji dest daye.

Sara Ferîd Meskenî 14 salî û ji şêniyên taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ye.