Wezareta Çandiniyê: 218 milyon dar li Sûriyê hene
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Çandiniyê ya Sûriyê ragihand ku derdora 218 milyon dar hene, derdora 10% ji hejmara giştî, darên zetytûnan in li Efrîna Rojavayê Kurdistanê.
Wezaretê da zanîn ku rûbera zeviyên çandî bi daran derdora milyonek hiktar e û berhema daran derdora 2.5 milyon ton e.
Ji hejmara gîştî ya daran 190 milyon darên biber hene, ji darên herî girin ên zeytûnan in.
*18 milyon darên zeytûnan li Efrînê
Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, derdora 18 milyon darên zeytûnan hene ji bilî curên cuda yên darên biber û bêber.
Agirên dawiyê li Sûriyê ziyaneke mezin gihand daran, li gorî Wezareta Çandiniyê derdora 16 hezar hiktar ji daristanan di wan agiran de şewitîne.