Mesrûr Barzanî tekeziyê li ser gerantîkirina mafên gelê Kurd li Sûriyê dike

Mesrûr Barzanî tekeziyê li ser gerantîkirina mafên gelê Kurd li Sûriyê dike

Welat TV - Hewlêr

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şandeke Turkiyê bi serokatiya Balyoz Elî Riza Goyney birêveberê giştî yê karûbarên Iraq û Îranê di Wezareta Derve ya Turkiyê de civiyan.

Daxuyaniya fermî ya serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ragihand ku, di civînê de pêşhateyên dawiyê û guhertinên li Sûriyê gotûbêj kirin, û tekezî li ser parastin û gerantîkirina mafên gelê Kurd û pêkhateyên din li Sûriyê hat kirin.

Peywendiyên dualî

Her weha, di civînê de, bihêzkirina peywendiyên dualî li ser bingeha berjewendiyên hevbeş, rewşa giştî ya Iraqê û deverê û pêvajoya aştiyê li Turkiyê gotûbêj kirin.

*Çareserkirina pirsgirêkan

Daxuyaniyê da zanîn, ku civînê tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Fedral a Iraqê û gerantîkirina mafên destûrî û budceya Herêma Kurdistanê hat kirin.