Şîrmijekî 9 mehî li Hesekê ji ber teqandina guleyên bêserûber birîndar bû

Şîrmijekî 9 mehî li Hesekê ji ber teqandina guleyên bêserûber birîndar bû

Welat TV – Hewlêr

Zarokekî şîrmij ê 9 mehî, di encama taqandina guleyên bêserûber li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê birîndar bû.

Jêderên xwecihî îro 2 Êlûna 2025an, da zanîn ku Aram Ahmad Bizîm ku temenê wî 9 meh e li Taxa Miftî li bajarê Hesekê di encama taqandina guleyên kêfxweşiyê yên ahengên Bekelorya de birîndar bû.

*Rewşa wî metirsîdar e

Aram ji bo nexweşxaneya El-Hikmê hate veguhastin û rewşa wî ya tenduristî metirsîdar e.

*Diyarde dubar dibe 

Salane, dema ku encamên bawernameyan derdikevin weke derbirîna kêfxweşiyê, malbatên xwendevanan guleyan berdidin, ji ber vê diyardeya dubare welatî dibin qurbanî, û welatî banga danîna sînorekê ji vê diyardeyê re.