Efrîn.. Ciwanek bû qurbaniyê bûyereke hatinûçûnê

Efrîn.. Ciwanek bû qurbaniyê bûyereke hatinûçûnê

Welat TV – Hewlêr

Di encama bûyereke hatinûçûnê, li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, ciwanekî jiyana xwe ji dest da.

Jêderekê ji malbatê, ji Welat TV re got: Ciwanê bi navê Îmam Hisên Şêx Mihemed ê 28 bi motorsîkla xwe rastî bûyera hatinûçûnê hat û jiyana xwe ji dest da.

Bûyer duh bi şevê li ser rêya Efrîn û gundê Serê Kaniyê ku bi Kefir Cenê hatiye terîbkrin, rû daye, motorsîkla wî û otombîlekê li hev qelibîn.

Ciwanê navbûrî ji şêniyên gundê Qestel Kişik e xêzandar bû û bavê 2 zarokan e.

Ji ber rêyên xerab û ajotina bilez, bûyerên hatinçûnê li Efrîn û navçeyên wê zêde bûne, nexasim li cem ciwanên ku matorsîklan siwar dibin.

*Her weha bixwîne.. Hesekê.. 10 kes bûne qurbaniyên bûyereke hatinûçûnê