Kampa Kewirgoskê.. Xuleke fêrkirina dirûtinê bi dawî bû
Welat TV - Hewlêr
Xuleke pîşeyî ya fêrkirina dirûtinê li Kampa Kewirgoskê ya penaberên Rojavayê Kurdistanê ku bi beşdariya hejmarek jin bi rê ve çûbû, bi dawî hat û derçûyên xulê bawername standin.
Rêxistina Kewirgoskê ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya (PDK-S) bi hemahengî li gel Navenda Nûredîn Zaza ya Rewşenbîrî û Civakî ya girêdayî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî beriya 20 rojan dest bi pêşkêşkirina xula fêrkirina dirûtinê kiribû.
*20 jin beşdar in
Di xulê de 20 jinên ji kampê beşdar bûn, û 20 rojan jî dirêj kir, derçûyên xulê, hatin xelatkirin û bawernameyên beşdariyê standin, û ahengeke derçûnê ji wan re hat lidarxistin.
Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya PDK-S Mihemed Şêrîn Mihemed Emîn ji Welat TV re, got, karên bi vî awayî pêşxistinekê dide civakê her weha derfeteke baştir ji bo jinan peyda dike.
Beşdarbûyên xulê ji Welat TV re got, wan sûd ji xulê dîtine, û hêviya wan ew e ku çalakiyên bi vî awayî berdewam bibin.