Hêzeke Israîlê 7 kes li Başûrê Sûriyê girtin
Welat TV - Hewlêr
Hêzeke Îsraîlê derbasî gundekî li gundewarê Quneytera li Başûrê Sûriyê bû û 7 kes girtin.
Îro 3yê Êlûna 2025an, Hêzên Îsraîlê derbasî gundê Cebta El-Xeşeb ê li gundewarê Quneytera bû û hilmeteke pişkinînê encam da, tê de 7 kes girtin.
24 meha bûrî, Artêşa Îsraîlê di daxuyaneyekê de da zanîn, wê çend operasyonên pişkinîn li deverên Başûrê Sûriyê encam dane, û hejmarek kes girtine her weha hejamrek ji embarên çekan dîtine, û birek çek tê de destser kirine.
*Israîl devereke bêçek dixwaze
Ji dema ketina Esed ve, ji 8 Berçileya 2025an ve, Israîl derbasî Başûrê Sûriyê bûye, li gorî çavdêr û siyasetmedaran, Israîl devereke bêçek li Başûrê Sûriyê dixwaze, û dixwaze ewlehiya xwe biparêze.