UNICEF: Tundûtûjiya li Siwêda û kirîza abûrî rewşa mirovî xerab kir
Welat TV - Hewlêr
Rêxistina Netewên Yekbûyî ya Zaroktiyê "UNICEF" da zanîn ku rewşa mirovî di Tîrmeha bûrî de li Sûriyê bi sedema şerûpevçûnên Siwêda û berdewamiya kirîza abûrî, têk çû.
UNICEF di raporteke xwe de diyar kir ku nêzîkî 192.000 kes di Tîrmehê de li parêzgehên Siwêda, De'ra û Gundewarê Şamê derbider bûn.
Li aliyekî din: "Ji Berçileya 2024an ve nêzîkî 1.7M derbider û 780.000 penaberên Sûrî vegeriyane deverên xwe yên resen.
*Qurbaniyên teqînan
Derbarê teqînan, di raportê de hatiye ku 595 bûyerên girêdayî teqînan çêbûne û di encama wan de 451 kes hatine kuştin û piraniya wan zarok in.
UNICEF diyar kiriye jî ku "bêtirî nîvê nişteciyan li Sûriyê rastî nebûna ewlehiya xwarinê tên û bandora herî mezin li ser jin û keçan e".