Kampa Holê.. Hewleke revîna bikom hate têkbirin
Welat TV - Hewlêr
Hewleke revîna bikom ya malbatên rêxistina DAIŞê Terorîst ji Kampa Holê li gundewarê Hesekê hat têkbirin.
Li gorî daxuyaniyekê ji Asayîşa "Rêveberiya Xweser" duh Sêşemê 56 kesan ji malbatên rêxistina DAIŞê hewla revînê ji kampa Holê bi rêya otombîleke mezin da:
"Ew otombîl li pêş dergihê sereke yê kampê hate rawestandin û tevaya kesên tê de hatin girtin".
Kampa Holê bi dehên hezaran kes li xwe digire û di nav wan de Sûrî û Iraqî hene, tevlî bêtirî 10.000 biyanî ji malbatên endamên rêxistina DAIŞê a terorîst.