Teqîneke bihêz li nêzîkî balafirxaneya Şamê çêbû

Teqîneke bihêz li nêzîkî balafirxaneya Şamê çêbû

Welat TV - Hewlêr

Îro 3yê Êlûna 2025an, teqîneke bihêz li nêzîkî balafirxaneya Şamê çêbû, Desteya Giştî ya Balafirvaniya diyar kir ku tevger asayî ye.

Jêderên xwecihî li deverê da zanîn, teqînek li nêzîkî balafirxaneya Şamê ya navdewletî çêbû. Teqîn di nava bingeheke leşkerî ya berê de çêbûye, û ziyan ne diyar in.

Desteya Giştî ya Balafirvaniya Sivîl a Sûrî ji aliyê xwe ve da zanîn, teqîn a paşmeyeke şer bû û serederî bi awayekî guncaw li gel hat kirin.

Desteyê her weha diyar kir, Tevgera geştan di balafrixaneyê de asayî ye û bê pirsgirêk e, û tu bandor lê nebûye.