Girkê Legê.. Veguhestina dukanên pîşesaziyê bo cihê nû

Girkê Legê.. Veguhestina dukanên pîşesaziyê bo cihê nû
Girkê Legê.. Veguhestina dukanên pîşesaziyê bo cihê nû

Welat TV - Hewlêr

Pîşesazên bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê dukanên xwe vedguhêzin pîşesaziya nû.

Cihê nû jî dikeve beramberî gundê Girziyaretê Çolê li rojavayê bajêr.

Pîşesaziyên ku xwe veguhestine dibêjin k ev yek bo wan baş e lê ew rastî hin pirsgirêkên mîna "tunebûna elektrîkê" tên û daxwaza çareseriyê dikin.

Elî Hacî ku pîşesazekî Girkê Legê ye ji Welat TV re da got ku ew dixwazin asankarî ji bo çûnûhatinê çêbibin û diyar kir ku "ji ber hebûna trafîkê xelk gelek caran qesta me nake".

Li aliyekî din nişteciyekî Girkê Legê yê li nêzîkî devera pîşesaziya kevin got: "Piştî veguhestinê dever berfireh bû û xelk ji qerebalixiyê rehet bû".

Projeya pîşesaziya nû ya Girkê Legê ji sala 2017an ve ketibû warê bicîkirinê de û vekirina wê gelek caran hat paşxistin. Li gorî zaniyariyan ta niha nêzîkî 100 pîşesazî xwe veguhestine.