14 roj in.. Nûçeyên welatiyekî Kobaniyê li bajarê Minbicê hatin birîn
Welat TV - Hewlêr
Nûçeyên welatiyekî Kobaniyê li bajarê Minbicê hatin birîn û çarenivîsa wî ne diyar e.
Welatiyê bi navê Mehmûd Seîd Cum´a ji Turkiyê vegeriyabû baxçeyê xwe li nêzîkî Minbicê.
Beriya 14 rojan nûçeyên wî hatin birîn û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Mehmûd ji gundê Şêranê ye, jiyana hevjêniyê pêk aniye û bavê 4 zarokan e.
Malbata wî banga diyarkirina çarenvîsa Mehmûd û vegerandina wî dike.