Fermandarê CENTCOMê serdana Kampa Holê kir

Fermandarê CENTCOMê serdana Kampa Holê kir

Welat TV - Hewlêr

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Emerîkî CENTCOMê Admiral Brad Cooper serdana Kampa Holê li Hesekê kir.

Brad Cooper îro serdana kampa Holê kir û rewşa kampê ji nêzîk ve şopand.

Di vê derbarê de, berpirsa Kampa Holê Cîhan Henan da zanîn ku Cooper li ser dîtina çereseriyan bo nişteciyên kampê yên ku red dikin vegerin welatê xwe rawestiya.

Henan diyar kir ku tu peywendî di navbera serana Cooper û hewla revîna 56 kesan ji malbatên Rêxistina DAIŞê ji kampê nîn e.

Asayişa ”Rêveberiya xweser” got duh Sêşemê 56 kesan ji malbatên Rêxistina DAIŞê hewla revînê ji kampa Holê bi rêya otombîleke mezin da, ew otombîl li pêş dergehê sereke yê kampê hate rawestandin û tevaya kesên tê de hatin girtin.

Kampa Holê bi dehên hezaran kes li xwe digire di nav wan de Sûrî û Iraqî hene, tevlî bêtirî 10 hezar biyanî ji malbatên endamên Rêxistina DAIŞ a terorîst.