Serok Mesûd Barzanî roja jidayîkbûna pêxemberê Îslamê pîroz dike
Welat TV - Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî roja jidayîkbûna pêxemberê Îslamê pîroz kir û peyamek belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got: Bi bûneya hatina salvegera jidayîkbûna pêxemberê mezin hezretî Mihemed silavên Xwedê li ser bin, û cejna Mewlûdê, germtirîn pîrozbahî li tevaya Musilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikin.
Serok Barzanî diyar kir, Lava ji Xwedayê mezin dikin ku di vê bûneya pîroz de, dergehê mehrîbanî û bereketa xwe ji gelê Kurdistan û gelên deverê re veke, û ew bûneya pîroz bibe sedema bidawîhatina şer, azar û derdeseriya miletan, û aştî, dadperwerî û pêkvejiyan bi ser deverê û hemû cîhanê belav bibe.