Di bûyereke hatinûçûnê de ciwanekî Efrînê mir û 3 hevalên wî birîndar bûn
Welat TV - Hewlêr
Di encama bûyereke hatinûçûnê de ciwanekî Efrîna Rojavayê Kurdistanê li nêzîkî bajarê Ezazê jiyana xwe ji dest da.
Jêderekê ji malbatê ji Welat TV re got: Duh 3 Êlûnê, Ji ber teqîna tekerê otombîlê û wergerandina wê, ciwanê bi navê Emar Monîr Henan jiyana xwe ji dest.
Jêderê da zanîn jî ku ji bilî ciwanê navbûrî, 3 hevalên wî birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Emar Monîr Henan ji gundê Şêxûtka yê navçeya Mabeta ye.
Di 1 mehê de jî, ciwanê bi navê Îmam Hisên Şêx Mihemed ê 28 bi motorsîkla xwe rastî bûyera hatinûçûnê li ser rêya Efrîn û gundê Serê Kaniyê ku bi Kefir Cenê hatiye terîbkirin, hat û jiyana xwe ji dest da.