Enes Xetab serdana Qeterê kir
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Navxwe yê Sûrî Enes Xetab li gel berpirsên ewlehî yên Qeterê çawaniya bihêzkirina hevkariya hevbeş gotûbêj kir.
Enes Xetab îro bi serdaneke fermî gihişte Qeterê û ji aliyê berpirsên hêzên ewlehiya navxwe yên Qeterê ve hate pêşwazîkirin.
Wezareta Navxwe ya Sûrî ragihand ku herdu aliyan çawaniya pêşxistina hevkariya ewlehî û rêvebirî gengeşe kir.
Wezaretê diyar kir ku ev serdan dikeve di çarçoveya bihêzkirina hevpariyê di mijarên hevbeş de.