Ji "Berevaniyê" bo "Şer".. Trump navê Pentegonê diguhere
Welat TV - Hewlêr
Biryar e, serokê Emerîkayê Donald Trump, biryayeke bide û navê Pentegonê biguhere, lê divê Kongirês li ser erê bike.
Li gorî biryarê navê Pentegonê ji Wezareta Berevaniyê bo Wezareta Şer tê guhertin, ku ev nav di salên 1789an ta 1949 dihat bikaranîn.
Koşka Spî li ser zarê Trump ragihand: Mebest ji vê guhertinê, Trump dixwaze karîn û amadebaşiya hêzê nas bike, ji ber ku di cengên cîhanî yên yekem û duyem de Emerka li jêr vî navî serkeftin bi dest dixistin.
Ev biryar gelek karvedan li paş xwe hiştin, Partiya Demokratîk dibîne ku Emerîka ne di şer de ye, û ev gav tenê ji bo nemayîşkirin û diyarkirina hêzê ye.
Ji aliyê xwe ve, rojnamevanan amaje pê kir ku, Trump peyva Berevanî gelekî tund nabîne, û ev name ji Çînê re ye nexasim di vê dema dawiyê de Çînê hêza xwe ji cîhanê re nemayîş kiribû. Tevî wê yekê divê emdamên Kongirêsê li ser vê biryarê erê bikin.