Grameke zêr 100 dolarî derbas dike

Grameke zêr 100 dolarî derbas dike

Welat TV – Hewlêr

Nirxê zêr bi awayekî berçav zêde bû, û nirxê her gramekê sînorê 100 dolarî derbas kir.

Îro 6ê ÊLûna 2025an, nirxê grama zêr eyar 21, li bazarên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bi milyonek û 144 hezar lîreyên Sûrî ye, wate zêdetirî 100 dolarên Emerîkî bo her gramekê ye.

Li aliyekî din jî, nirêx lîreya Sûrî di çend rojên bûrî de li hember dolar kêm bûye, niha her dolarek bi 11 hezar û 350 lîreyî li bazarên Rojavayê Kurdistanê tê kirîn.

Heta beriya demekê jî, nirxê yek dolarê Emerîkî, kêmtir ji 10 hezar lîreyî bû.