Siûdiyê rêkeftinên di warên geşepêdan, xwendin û tenduristiyê de li Şamê îmzekirin dike
Welat TV - Hewlêr
Şandeke Sûdiyê gihişte Şamê ji bo îmzekirina hejmarek rêkeftin li gel Hikûmeta Sûriyê di warên geşepêdan, xwendin û tenduristiyê de.
Şanda Siûdiyê ya bi serokatiya serperiştiyarê Navenda Şah Selman a Hawarçûn û karên Mirovî Ebdila El-Rebî’a li gel Rayid El-Salih wezîrê Hawarçûn û karesatan civiya.
El-Salih di daxuyaniyekê de got, seredana şanda Siûdiyê dikeve di çarçoveya piştgiriya pirojeyên geşepêdan û tenduristiyê de.
Ji aliyê xwe ve jî serperiştiyarê Navenda Şah Selman diyar kir, ew ê hejmarek bernameyên mirovî û geşepêdanê encam bidin.