Komîta Xalên Bejayî û Deryayî: 364.000 barhilgir û 1000 gemî gihiştin Sûriyê

Komîta Xalên Bejayî û Deryayî: 364.000 barhilgir û 1000 gemî gihiştin Sûriyê
Komîta Xalên Bejayî û Deryayî: 364.000 barhilgir û 1000 gemî gihiştin Sûriyê

Welat TV - Hewlêr

Komîta Giştî ya Xalên Bejayî û Deryayî ya Sûriyê amarên tevgera bazirganiyê û çûnûhatina rêwiyan belav kirin û diyar kir ku ji piştî hilweşîna Rêjîma Esed ve wan pêşwazî li 6.8M rêwiyî kiriye.

Mazin Elûş rêvebirê Pêwendiyên Giştî yê Komîteyê di daxuyaniyekê de diyar kir jî ku 364.000 barhilgirên berkirî bi 8.7M tonên kelûpelan derbas bûne.

Her weha "bêtirî 1000 gemî gihiştine benderên deryayî yên Sûriyê ku barê wan gihiştiye bêtirî 5.3M tonî".

Rêvebirê Pêwendiyên Giştî yê xalên bejayî û deryayî amaje kir: "Bêtirî 10 hezar karmend ji bo xizmeta rêwî, bazirgan û weberhêneran kar dikin".