Xwestek li ser kirîna zîv li bazara Qamişlo zêde bûye
Welat TV - Hewlêr
Nirxê zîv li bazarên bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê di dema dawiyê de bilind bûye, lê vê yekê bandor li tevgera kirînê nekirye.
Welat TV li navenda bajêr nirxê zîv û tevgera kirîn û frotinê şopand.
Bilindbûna nirxê zîv li bazarên cîhanî bandora xwe li nirxan li bazarên herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê jî kiriye, û onseyeke zîv niha bi nêzîkî 60 dolarî tê firotin.
Ev bilindibûn hevdem e li gel bilindbûna nirxê zêr, ku di dema dawiyê de nirxê gramekê ji derdora 90 dolarên Emerîkî gihîştiye zêdetirî 102 dolaran.
Ji ber nirxê bilind yê zêr, niştecî bi giştî û ciwan bi taybetî berê xwe didin kirîna zîv. Ciwanekî ji Welat TV re diyar kir ku "zîv şûngirekî guncaw e ji zêr re, lema ew dikirin".
Bazirgan û firoşkarên zîv jî da zanîn ku ew zîv "ji nava Sûriyê û Turkiyê" tînin bazarên herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê: "Nirx bilind e, lê daxwaz li ser kêm nebûye".