Amûdê.. 2 birayan curek êmê nû bi navê Bonîkam derbasî deverê kiriye
Welat TV - Hewlêr
Hişkesalî û bilindbûna nirxê êm hiştiye xwediyên ajelan li Rojavayê Kurdistanê curek giyayî nû bi navê Bonîkam derbasî deverê kirine.
Herdu birayan Mihemed û Fêsel Mito ji gundê Çolme yê Amûdê, piştî lêgerînê li ser Internetê, giyayê Bonîkam nas kir û bîrokeya çandina wî giyayê li ser erdê bi cî kir.
Temenê Bonîkam deh sal in û di şert û mercên zehmet de şîn dibe, her donimeke çandî bi Bonîkam têra derdora 100 serî pez dike, her weha êmekî baş e ji curên din ên ajelan re.
Bilindbûna nirxê curên êm ên naskirî li deverê, dihêle xwediyên ajelan li jêderên din bigerin û Bonîkam yek ji wan jêderan e ku yekec car e li deverê tê çandin.