Barrack û wezîrê derve yê Qeterê pêşhateyên Sûriyê gotûbêj dikin

Barrack û wezîrê derve yê Qeterê pêşhateyên Sûriyê gotûbêj dikin
Barrack û wezîrê derve yê Qeterê pêşhateyên Sûriyê gotûbêj dikin

Welat TV - Hewlêr

Şandiyê Emerîka yê Taybet bo Sûriyê û wezîrê derve yê Qeterê piştgiriya aramiyê li Sûriyê gotûbêj kir.

Wezareta Derve ya Qeterê di daxuyaniyekê de ragihand ku li Dewhayê wezîrê derve Mihemed Bin Ebdilrehman Al sanî li gel şandiyê Emerîka bo Sûriyê Thomas Barrack civiya.

Di civînê de dawîn pêşhateyên li Sûriyê û hevkariya Qeter û Emerîka ji bo piştgirya aramiyê li Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Li aliyekî din Wezareta Derve ya Sûriyê ragihandibû, ku El-Şeybanî jî di çarçoveya civîna wezarî ya Lûtkeya Erebî Islamî de li gel Barrack civiya ye, bê ku hûrgiliyên civînê diyar bike.