Rêveberiya Efrînê dema berhevkirina zeytûn û karkirina guvaşgehan destnîşan dike

Rêveberiya Efrînê dema berhevkirina zeytûn û karkirina guvaşgehan destnîşan dike

Welat TV – Hewlêr

Rêveberiya Efrînê hejmarek rêkar derbarê destpêkirina werzê berhevkirina zeytûnan derxistin.

Li gorî giştnameyekê ji Rêveberiya Efrînê dema berhevkirina zeytûnên xwarinê ji 20 vê Êlûnê dest pê dike û ta yekê Cotmehê berdewam dike, her weha dema çakirina guvaşgehan jî, ji 1ê Cotmehê ta 15ê wê ye. 

Her li gorî giştnameya Rêveberiya Efrînê, dema guvaştina Zeytûnan 15ê Cotmehê dest pê dike û ta dawiya werzê berhevkirina zeytûnan.

Di heyama salên derbasbûyî de, xwediyên darên zeytûn û guvaştgihan li Efrîna Rojavayê Kurdistanê rastî sepandina bacên giran ji aliyê grûpên çekdar ve dihatin û ziyaneke mezin digihişt wan.

*Tirsa dubare sepandina bacan 

Tevî derketina rêjeya mezin a çekdarên, lê li hin navçeyan tirsa sepandina bacan ji aliyê paşmayên çekdarên Emşat, Hemzat û Şerqiyê ve heye.

Mafnas Ednan Mustefa beriya çend rojan mêvanê programa Rojeva Welat bû, ev yek da zanîn û got: Li gundên Mabeta û Şiyê, dîsa tirsa dubare sepandina bacan li ser berhemê zeytûnan heye, û bang li hikûmeta Şamê kir, ku rêkarên pêwîst ji bo nehiştina bacan bistînin û sînorekê daynin.

*18 milyon dar in

Li Efrînê û 7 navçeyên wê, (Cindirêsê, Raco, Şiyê, Biliblê, Şêrawa, Mabeta û Şera) û gundên bi ser ve, 18 milyon darên zeytûnan hene, jêdera sereke ya şêniyên Kurd ên Efrînê ne, bi sedan guvajgehên zeytûnan û kargehên bîrînê (Sabûn, komir û alavên germkirinê) hene.

Di vê demê de ji her salê, şênî, zeytûnan ji bo xwarinê berhev dikin, her weha xwediyên guvajgehan xwe amade dikin ji bo karkirina kargehê.