Efrîn.. Kelûpelên cuda li Bazara Çarşemê tên dîtin

Efrîn.. Kelûpelên cuda li Bazara Çarşemê tên dîtin

Welat TV - Hewlêr

Bazara Çarşemê ya gelêrî ye li Efrînê, bazareke gelêrî ye û gelek curên kelûpelan lê tê dîtin.

Xwediyên ajelan û cotkaran berê xwe didin bazara Çarşemê ji bo firotina berhemên xwe, nişteciyên bajêr jî kelûpelên pêwîst dikirin.

Penêr, keskatî, mêwe, hingiv, nanê gundan, û curên din ên kelûpelan li vê bazarê peyda dibin, firoşkar ji Çarşemê ta Çarşemê li benda vekirina wê ne.

Ji berbanga sibehê ve, firoşkar li bazarê kom dibin û kelûpelên xwe nimayîş dikin û nirxên bazarê jî guncaw in.

Bazara Çarşemê ya ku sala 1927an hatiye avakirin, ne tenê cihekî bazirganî ye, lê ew cihê kombûna welatiyên Efrînê ye di keşûhewayeke civakî tijî hezkirin de.