Dêrik.. Welatî ji bilindbûna nirxê mirîşkan ne razî ne û banga çavdêriyê dikin
Welat TV - Hewlêr
Ji beriya hefteyekê ve nirxê goştê mirîşkan li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê bilindtir bûye.
Ji 7000 ta 8000 Leyreyên Sûrî li ser nirxê her kîloyek goştê mirşîkan zêde bûne û welatî ji ber vê yekê ne razî ne û bigazin in.
Kamîreya Welat TV li bazara Dêrikê geriya û ev mijar ji nêzîk ve şopand.
Welatiyê bi navê Bozan Ibrahîm diyar kir ku "çavdêrî tune ye û nirxê dolar dakeve yan jî bilind bibe mirîşk bi heman nirxî têne firotin".
Welatiyeke din jî dibêje ku "duh kîloya mirîşkan bi 20.000 L.S bû, û îro bi 28.000î ye.. Hejar dê çawa bikarin bikirin". Her weha bang li aliyên pêwendîdar kir ku çavdêriya nirxan bikin û wan bi rêk bixin.
Ji aliyê xwe ve jî bazirganekî ji Welat TV re got ku ji ber kêmbûna berhemên xwecihî, û hawirdekirina mirîşkan ji parêzgehên din yên Sûriyê û ji Herêma Kurdistanê "sedemên bûhabûna nirxê mirîşkan in".
Rewşa abûrî ya xirab, nebûna çavdêriyê û projeyên weberhênanê û ne guhdana aliyên pêwendîdar dibin sedema wê yekê ku barê welatiyan li Dêrikê û li seranserî Herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê girantir bibe.
Rewş jî dighêje wê astê ku beşek ji welatiyan nikarin pêdiviyên xwe ji hin cureyên xwarinê û bi taybet goşt bikirin.