Hewlêr.. Ahenga îmzekirina romana ”Ku Marî Bikujin” hate lidarxitin

Welat TV - Hewlêr

Ahenga îmzekirina romana ”Ku Marî Bikujin” li Hewlêrê bi rê ve çû.

Bi beşdariya bi dehan rewşenbîr, nivîskar û hezkirên wêjeyê, duh Yaneya El-Meda ya Xwendinê - Hewlêr bi hemahengî li gel peymangeha Goethe ya Elmanî ahenga îmzekirina romana ”Ku Marî Bikujin” li dar xist.

Romana ”Ku Marî Bikujin” a nivîskarê Kurd Yeşar Kemal e ku bi zimanê Turkî nivîsîbû, ji aliyê nivîskarê Kurd Dildarê Şeko ve bo Kurdî hatiye wergerandin.

Derbarê wergerandina vê romanê Nivîskar Dildarê Şeko ji Welat TV re da zanîn ku wergerandin huner e û pirtûkxaneya Kurdî zengîn dike.

Kesên beşdar jî diyar kir ku wergerandin pireke di navbera zimanan de ye û divê rola wergerê di cîhana wêjeya Kurdî de berfirehtir bibe.