Rojeke dîrokî.. Refrandoma serxwebûna Herêma Kurdistanê 2017

Welat TV - Hewlêr

8 sal di ser refrandoma serxwebûna Herêma Kurdistanê re bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî derbas dibin.

Di rojeke weke îro de 25ê Êlûna 2017an, gelê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanî li dervî rêveberiya Herêmê, bi coş berê xwe da sindoqên dengdanê da ku biryarê li ser çarenvîsa xwe bide.

Di 7ê Hezîrana 2017an de li Hewlêrê, civînek bi serokatiya Serok Barzanî bi rê ve çû, tê de alî û partiyên siyasî yên Kurdistanî, serokatiya Perlemanê, û Komisyona bilind a serbixwe ya hilbijartin û refrandomê li Herêma Kurdistanê, amade bûn.

Di civînê de, biryar hat standin ku di 25ê Êlûnê de refrandoma serxwebûna Herêma Kurdistanê, were lidarxistin.

Pirsa Refrandomê jî ew bû: "Tu dixwazî Herêma Kurdistanê û deverên kurdistanî yên dervî rêveberiya Herêmê bibin dewleteke serbixwe?".

Di refrandomê de bêtirî 3.3 milyon dengderî ji koka 4.5 milyonî deng da, bi rêjeya 92.7% bi erê deng da. Piştre jî qonaxa êrîşê li ser viyana gelê Kurdistanê bi serxwebûn û avakirina dewletê dest pê kir.

*Dorpêç û dirûşma "Xwe Naçemînin"

Her yek ji Iraq, Îran û Turkiyê dorpêçeke tund li ser Herêma Kurdistanê sepand. Çekdarên Heşda Şe'bî û artêşa Iraqê û bi piştgiriya istixbaratî ya Îranê êrîşî tevaya bereyên Pêşmergeyên Kurdistanê kir, û tevaya cureyên çekan bi kar anîn.

Pêşmergeyan efsaneya artêşa Iraqê û milîsên Heşda Şe'bî bi hev re şikandin, û paşmayên tankên abrams ên ku Pêşmergeyan ew teqandin, dîdevanê vê yekê bûn.

Serok Barzanî û li gel wî milet û li derdora wî Pêşmerge, berevanê viyana miletê Kurdistanê man. Serok Barzanî dirûşma wê qonaxê ragihand: "Em Xwe Naçemînin".

Refrandoma serxwebûnê ji tevaya cîhanê re diyar kir ku miletê Kurdistanê rijd e li ser avakirina dewleta xwe, tevî hemû hewlên rêjîmên zordar û stemkar û biçîkirina xerabtirîn siyaset, ji guhertina demografî ta kuştina li ser nasnameyê û qedexekirina navên Kurdî.