Netanyahu: Danûstandinên cidî di navbera me û Sûriyê de hene
Welat TV - Hewlêr
Serokwezîrê Israîlê Banjamin Netanyahu da zanîn ku di danûstandinên cidî de ne li gel Sûriyê da ku bigihin rêkeftinekê serweriya Sûriyê û ewlehiya Israîlê diparêze.
Netanyahu ev yek di çarçoveya beşdariyê di civînên komeleya giştî ya Neteweyên Yekgirtî de ragihand û diyar kir ku divê ew rêkeftina ewlehiya kêmîneyan di nav de Durziyan li xwe bigire.
Banjamin Netanyahu got ku Beşar Esed Îran derbasî Sûriyê kir da ku gefê li Israîlê bixwe, lê wan hejmûna Îranê li Sûriyê bi dawî kir û çekên Esed têk birin.
Netanyahu diyar kir wan çekên kêmawî li Îranê têk birin, her weha karînên ”Hizbulah” a Libnanê, yên Husiyan li Yemenê, yên milîsên ser bi Îranê ve li Iraqê û yên tevgera Hemasê li Filestînê ji nav birin.
Li gorî Netanyahu, eger milîsên Şê´î li Iraqê şerê Israîlê bikin, ew ê wan jî bi dawî bikin.
Her weha bixwîne: Erdogan: Em herdem giringiyê didin serwerî û yekbûna xaka Sûriyê