Rewangeha Sûrî: DAIŞê 13 sivîl li deverên HSDê kuştine

Welat TV - Hewlêr

Rêxistineke mafnasî eşkere kir ku rêxistina DAIŞ a terorîst 13 sivîl ji destpêka salê ve li deverên HSDê kuştine.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de ragihand ku DAIŞê ji destpêka 2025an ve, 185 operasyon li deverên HSDê encam dane.

Li gorî amarên rewangehê, di wan operasyonan de 60 endamên HSD û 13 sivîlan canên xwe ji dest dane.

Her weha 11 endamên rêxistina terorîst a DAIŞê hatine kuştin.

Rewangehê daye zanîn jî,  157 ji wan operasyonan li Dêra Zorê bûn, û 16 li Hesekê û 12 operasyon li Reqayê bûn.