Libnan navê "Derbider" li ser Sûriyan radike

Libnan navê

Welat TV - Hewlêr

Hikûmeta Libnanê navê Derbider li ser welatiyên Sûriyê yên ku li Libnanê dimînin rakir.

Nûnerê Serokwezîrên Libnanê Tariq Metrî di daxuyaniyekê de, plana vê biryarê eşkere kir û got, ew ê lêkolînan di derbarê doseyên welatiyên Sûriyê de bikin, û her kesekî ku mercên taybet li cem wî hebe, ew ê îqame û moleta kar bidinê.

Metrî diyar kir, kesê ku mercên taybet bi dest nexe, ew ê ji Libnanê were dersînorkirin, û divê vegere Sûriyê, û êdî navên wan ne derbider in.

*Bi milyonan berê xwe daye Libnanê

Libnan yek ji wan welatan e, ku ji destpêka şoreşa Sûriyê ve, pêşwazî li milyonan Sûrî kiriye, bi derbideran bi nav dikir, tevî ketina Esed, û vegera bi sedê hezaran, lê hîn zêdetirî milyon penaberî li Libnanê mane.