Penaber ji Ewropayê tên vegerandin?
Welat TV – Hewlêr
Ji dema ketina rêjîma Esed ve, hejmarek biryar û yasayên nû ji bo penaberan li Ewropayê derketine û metirsiya vegerandinê heye, lê duh çalakvanan tekez kir ku heta niha tu penaber nehatine vegerandin.
Programa Rojeva Welat bi xeleka xwe ya duh li ser vê mijarê rawestiya, û mêvandariya çalakvanan ji Elmanya, Danîmark û Nemsayê kir.
Her yek ji Serokê Komeleya Dostaniya Sûrî – Elmanî Mihemed Îqbal, Çalakvan Cegerxwîn Menla ji Danîmark û Rêveberê Projeya Bendarî - Diyakonî ya penaberan li Nemsayê Ebdulah Mihemed mêvan bûn.
*Rewşa penaberan li Elmanya
Serokê Komeleya Dostaniya Sûrî – Elmanî Mihemed Îqbal, tekez kir ku heta niha tu penaber nehatiye vegerandin, lê astengî ji bo penaberan ji aliyê hikûmetê ve çêbûne. Kesên ku tevlî civaka Elmanî nebûne, bêtir metirsî li ser wan hene ku werin vegerandin, heta niha 1800 penaber bi razîbûna xwe vegeriyane.
Mihemed Îqbal da zanîn ku mijara danheva malbatî hinekî zehmetî tê de heye, penabera nikarin zû bi zû malbatên xwe bînin cem xwe.
*Rewşa penaberan li Nemsayê
Ebdulah Mihemed Rêveberê Projeya Bendarî - Diyakonî ya penaberan li Nemsayê behsa rewşa penaberan kir û got, pirsgirêkên ku rastî penaberan hatine, di warên îqame, parastin û danheva malbatî de ne, lê tevî wê yekê, tu penaber nehatine vegerandin.
Mihemed da zanî hikûmeta Nemsayê, welatê Sûriyê aram nabîne, lewma tu fişar li ser penaberan nekiriye, tenê tawanbar dê werin vegerandin.
*Rewşa penaberan li Danîmarkayê
Cegerxwîn Menla çalakvan û xwendekar e, da zanîn ku penaberên Kurd li Danîmarkayê hizra vegerê nakin, tenê yên Ereb vedigerin, ji ber ku Kurd dibînin hîn rewşa siyasî li ser hev e.
Menla got jî, hikûmeta Danîmarkayê jî hewl dida ji bo vegerandina penaberan, lê piştî bûyer û binpêkirinên li Sûriyê çêbûne, helwesta xwe guhertiye û dibîne Sûriyê ne aram e.
*"Divê penaber kar bikin"
Hersê mêvanan, tekezî kir, ku divê penaber xwe tevlî civakê bikin û kar bikin, ji bilî wê dibe ku metirsiya vegerandinê li ser penaberên ku kar nakin, hebe.