Hikûmeta Elmanya welatiyekî Sûrî girt: "Tawan encam dane"

Hikûmeta Elmanya welatiyekî Sûrî girt:

Welat TV - Hewlêr

Hikûmeta Elmanya, welatiyekî Sûrî bi tometa encamdana tawanan li Sûriyê girt.

Rojnameya Vêlt a Elmanî îro 30 Êlûna 2025an, da zanîn ku ku, Polîsan, welatiyê Sûrî yê bi navê "Enwer. S" bi tometa encamdan tawanan li bajarê Helebê sala 2011an, girt.

Li gorî rojnameyê wî kesî li Helebê êrîşî xwepêşanderan kiriye û peyevên dijî azadiyê ji wan re kirine, û ew yek di vîdyoyekê de hatiye belgekirin.

Li gorî lêkolînan, Enwer fermandariya girûpeke "Şebîha" ya bi ser rêjîma Esed ve dikir, û binpêkirin li dijî xwepêşanderan encam didan, û alavên weke dar û çovan li dijî wan bi kar dianîn, her weha destê wî di kuştina xwepêşanderekî li taxa Sêf El-Dewlê de heye. 

Biryar e siba lêkolîn li pêş dadwerê dadgeha fedral a bilind pê re were kirin û biryara dawî pê derdikeve.