Erdogan: Hevkariya Turk û Kurdan dê gerentiya aştiyê li deverê bike
Welat TV - Hewlêr
Serokê Turkiyê da zanîn ku ew piştevaniya yekbûna Sûriyê dikin û hevkariya Turk û Kurdan gerentiya aştiyê li deverê dike.
Receb Teyib Erdogan ev yek di çarçoveya beşdariya xwe di gera zagonî ya Perlemana Turkiyê de li Enqerê ragihand û diyar kir ku ew hewlên parçekrina Sûriyê red dikin.
Li gorî Erdogan, Turk, Kurd, Ereb û pêkhateyên din berev pêşerojeke hevbeş bê cudahiyên netewî û olî diçin.
Receb Teyib Erdogan got jî ku hevkariya Turk, Kurd û Ereban dê gerentiya aştî û geşepêdanê di pêşerojê de û bo hetahetayî bike.
Her weha bixwîne: Fîdan: Turkiyê û Emerîka li ser yekîtiya Sûriyê li hev kiriye