Ji ber nirxê erzan û têçûnên zêde çandina pembû li Kobaniyê kêm bûye

Welat TV - Hewlêr

Pembû li nava zeviyên Kobaniyê êdî kêm tê dîtin, û cotkar berê xwe didin çandina berhemên din, nirxê erzan ê firotina Pembû yek ji sedeman e.

Beriya çend salan, çandina Pembû li Kobaniyê bi awayekî berfireh belav bibû, û êdî bûbû ji berhemên sereke piştî ceh û genim.

Welat Tv li nava zeviyên gundewarê Kobaniyê geriya û rewşa çandiniyê şopand, cotkarên ku berê Pembû diçandin ji ber têçûna zêdê êdî berê xwe didin berhemên din.

24ê Êlûnê, "Rêveberiya Xweser" nirxê pembû bi 600 dolarên Emerîkî destnîşan kir, ji wê demê ve Welat TV mijara nirxê Pembû dişopînê, li gorî piraniya cotkaran, diviyabû nirxê Pembû bi 1200 deolar hatiba destnîşankirin.

Pembû weke berhemeke giring li Kobaniyê êdî cihê xwe ji dest dide, ji sedemên vê yekê jî nirxên erzan ên kirîna Pembû û nirxê giran ê sotemeniyê ne.