PDK-S: Dengê Kurdistan pira di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de bû

PDK-S: Dengê Kurdistan pira di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de bû

Welat TV - Hewlêr

Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya birûskek pîrozbahiyê bo Êzgeha Dengê Kurdistan bi bûneya Salvegera 62yan a damezrandina wê şand û got Êzgeha Dengê Kurdistan pira di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de bû. 

Nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya PDK-S di birûska pîrozbahiyê de got, Dengê Kurdistan ji damezrandina xwe ve dengê rastî û mafê gelê Kurd li parçeyên Kurdistanê bû, rola wê di veguhestina nûçeyên Şoreşên Êlûn, Gulan, û serhildana Adarê de sereke bû.

*"Dengê cemawerê Kurd bû" 

PDK-S diyar kir, Dengê Kurdistan pireke têkilî û gihandinê di navbera cemawerên Kurd de li seranserî Kurdistanê nexasim di gihandina nûçeyên şoreşên Kurdistanî, bûyerên Herêma Kurdistanê di salên 60 de, bo Rojavayê Kurdistanê bû.

Nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya PDK-Sê pîrozbahî li tevaya rêveber û karmendên êzgehê yên serdema niha û berê kir û hêviya serkeftinê,  ji bo xizmeta dengê rastiyê li ser rêbaza Barzaniyê Nemir, jê re xwest

*Her weha bixwîne.. Hewlêr.. Salvegera 62yan a damezrandina Êzgeha Dengê Kurdistan hate vejandin