Helbestvan û nivîskara Kurd Mizgîn Hisko koça dawî kir

Helbestvan û nivîskara Kurd Mizgîn Hisko koça dawî kir

Welat TV - Hewlêr

Helbestvan û nivîskara Kurd Mizgîn Hisko li Elmanya koça dawî kir, û pencemoreke berçav di dîroka çand û wêjeya Kurdî de li pişt xwe hişt.

Mizgîn Hisko duh 1ê Cotmeha 2025an, li Elmanya di 52 saliya xwe de koça dawî kir.

Mizgîn Hisko ji bajarê Tirbespiyê Rojavayê Kurdistanê ye, û xwediya berhemke helbest û nivîsînê ya dewlemend û berfireh e.

*14 berhem

Ji bêtirî 20 salên dawiya temenê xwe li Elmanya jiyaye, 14 pirtûkên wê yên çapkirî hene.

Bi helbest û nivîsînên xwe, êş û azarê miletê xwe û doza Kurdistanê nîşan daye.

Hisko, jidayîkbûya sala 1973yan e, ji demekê ve ji êşa nexweşiyê gelek azar didîtin û li nexweşxaneyê dihat dermankiririn, duh li Elmanya koça dawî kir.