Hikûmeta Kurdistanê 40 nexweşên din ên Talasîmiya rêkirin derveyî welêt

Hikûmeta Kurdistanê 40 nexweşên din ên Talasîmiya rêkirin derveyî welêt

Welat TV - Hewlêr

Berbenga sibeha îro, hejmarek ji nexweşiyên Talasimiya ji Herêma Kurdistanê ber bi derveyî welêt bi rê ketin.

Li ser rasperdeya serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, 40 nexweşên din ên Talasîmiya ji bo dîtina çareseriyê ji balafirxaneya Hewlêrê, berê xwe da derveyî welêt.

40 nexweş li gel malbatên xwe weke beşê duyem bi rê dikevin, ji aliyê Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzencî ve xatir ji wan hat xwestin.

*11 milyar dînar

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 11 milyar dînarên Iraqî, ji bo çareserkirina 140 nexwşan terxan kirine, li nexweşxaneyên taybet tên dermankirin û çareserkirin.