Ciwanên Revenda Kurdistanî serdana Perlemana Kurdistanê dikin
Welat TV - Hewlêr
Şanda Ciwanên Revenda Kurdistanî ku ji Ewropayê hatiye Herêma Kurdistanê, serdana Perlemana Kurdistanê kir.
Ciwan ji aliyê Konfederasyona Revenda Kurdistanî û fedrasyona Lawan û bi hemahengî li gel Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji hemû welatên Ewropayê hatine vexwendin.
Di yekem roj de serdana Perlemana Kurdistanê kir, piştî Perlemanê, serdana Keleha Hewlêrê ya Dîrokî kir.
*Serok Barzanî dibînin
Biryar e ew şanda serdana Devera Barzan bike, sê rojan li xêvetgeha Barzanî dimînin. Her weha di rojên bê de Serok Mesûd Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dibînin.
*Ahenga hevnasînê
Şeva derbasbûyî ahengeke hevnasînê ji bo wan hat li darxistin. Serokê Nivîsgeha Şîfa Barzanî, Serperiştyarê Revenda Kurdistanî, Qehreman Osman ji Welat TV re got, anîna grûpên ciwanên Kurd ji Ewropa bo Kurdistanê dê berdewam bibe.