Ciwanekî Til Eranê hate girtin.. Pismamê wî: Girtin ji ber stranên Kurdî bû

Welat TV - Hewlêr

Ciwanekî Til Eranê dema bi serdan ji Herêma Kurdistanê piştî 12 salan vegeriyabû bajarokê xwe hate girtin.

Ciwanê bi navê Ebdulah Ehmed Eto beriya hefteyekê ji Herêma Kurdistanê vegeriya Til Eranê li gundewarê Helebê û îro jî hate girtin.

Pismamê Eto dibêje ku Ebdulah dema bi otombîlê li Til Eranê digeriya û stranên Kurdî dibihîstin hate girtin.

Welat TV mijara wî ciwanî şopand, hejmarek jêder ji Til Eranê da zanîn ku Eto li navendeke ewlehiya navxwe hatiye zindankirin û ta niha nehatiye berdan.

Ebdulah Ehmed Eto beriya 12 salan ji ber têkçûna rewşa ewlehî li Sûriyê penaberî Herêma Kurdistanê bû û beriya hefteyekê bi serdan vegeriya Til Eranê.

Her weha bixwîne: Jêdereke xwecihî: Ewlehiya giştî gule berda ciwanekî li Til Eranê