Idlib.. Hevpeymaniya Navdewletî serkirdeyekî rêxistina "Ensar El-Islam" kuşt

Idlib.. Hevpeymaniya Navdewletî serkirdeyekî rêxistina
Idlib.. Hevpeymaniya Navdewletî serkirdeyekî rêxistina "Ensar El-Islam" kuşt

Welat TV - Hewlêr

Serkirdeyekî rêxistineke cîhadî di êrîşeke esmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî de li gundewarê Idlibê hate kuştin.

Li gorî jêderên xwecihî û yên ragihandinê, derengiya şeva bûrî balafireke Hevpeymaniya Navdewwletî otombîlek li ser rêya Harim - Barîşa li bakurê rojavayê Idlibê bombebaran kir.

Di encama wê êrîşê de serkirdeyê rêxistina "Ensar El-Islam" yê bi navê "Ebû El-Derda" li gel 2 alîkarên wî hatine kuştin.

Roja Yekşema bûrî jî, kesek li bajarokê Temani'a li gundewarê Idlibê di bombebarana dronekê de hatibû kuştin.

Jêderên da zanîn ku "êrîş ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve hat encamdan û endamekî rêxistina DAIŞA terorîst bi navê Haşim Rislan hatiye kuştin".