Bangeşeyê dest pê kir.. PDK bi lîsteya 275 tevlî hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê dibe

Bangeşeyê dest pê kir.. PDK bi lîsteya 275 tevlî hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê dibe
Bangeşeyê dest pê kir.. PDK bi lîsteya 275 tevlî hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê dibe

Welat TV - Hewlêr

Bangeşeya hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê bi fermî dest pê kir, û "275" jî jimareya lîsteya Partiya Demokrata Kurdistanê "PDK"ye.

Îro demjimêr 12ê sibehê, partiyên siyasî û berbijêr li tevaya bajar, bajarok û deverên Iraq û Herêma Kurdistanê dest bi bangeşeyê ji bo lîste û hejmarên xwe kir.

38 partiyên siyasî, 31 hevpeymanî û 75 lîstên takekesî tevlî van hilbijartinan dibin.

Partiya Demokrata Kurdistanê "PDK" tevlî hilbijartinan bi lîsteya jimare 275 dibe wek yek ji lîsteyên herî diyar û bibandor.

Bangeşeya hilbijartinan dê sibeha 8ê Mijdara 2025ê bidawî bibe. Biryar e hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê di 11ê Mijdarê de werin lidarxistin.