HSD: 2 endamên me di êrîşekê de li Reqayê birîndar bûn
Welat TV - Hewlêr
Du endamên HSD di êrîşekê de li gundewarê Reqayê birîndar bûn.
HSD di daxuyaniyekê de got ku grûpeke çekdar li ser rêya gundê Mi'êzîla li bakurê Reqayê êrîşî otombîleke wê ya leşkerî kir.
Di encama wê êrîşê de 2 endamên HSD birîndar bûn.
*153 êrîş
Di Êlûna bûrî de, HSD di daxuyaniyekê de ragihandibû ku piştî hilweşîna rêjîma Esed, şaneyên DAIşê 153 êrîş li deverên di bin kontrola wê de encam dane.
Her weha diyar kir ku di wan êrîşan de, 30 endamên HSD canên xwe ji dest dane û 12ên din birîndar bûne, her weha "6 sivîlan jî canên xwe ji dest dane".